BITLÎS (AA) - Li rêyên zozanên li Hîzana navçeya Bidlîsê xebatên paqijkirina berfê berdewam dikin.
Tîmên Rêveberiya Taybet ya Navçeyê ji bo vekirina rêyên deverên bilind yên ku heta meha Hezîranê girtî dimînin, xebatên xwe didomînin.
Li herêmê ji bo zozanî bi rehetî derkevin zozanan ekîb li deverên bilind girseyên berfê yên ku li hin deveran qalindiya wan digihêje 3 metreyan bi makîneyên kar paqij dikin.