Jiyan

Li Qersê çandiniya genimê sor ê ji kal û bavan mîrat maye her ku diçe berbelav dibe

Li Qersê cotkar ji bo hilbêrîna genimê sor belav bibe hewleke mezin didin

Türkan Tosun  | 23.09.2020 - Rojanekırın : 02.10.2020
Li Qersê çandiniya genimê sor ê ji kal û bavan mîrat maye her ku diçe berbelav dibe

Kars

 Li bajarê Qersê ya heywandarî û çandinî lê berbelav e cotkar genimê sor direşînin û her ku diçe ev cure genim berbelav dibe.

Ji bo toximê vî genimê sor a sed salane navdar e û toximê kavilcayê berbelav bibin cotkar hewl didin.

Cotkar piştî çinîna genim wê di aş da dihêrîn dixin çewalan ku zivistanê bixebitînin.

- Li gor salên par zêdetir belav bû

Midûrê Bajêr yê Çandinî û Daristanan Huseyîn Duzgun got di sala 2020î da li ser qadeke 323 hezar dekarî genim hat reşandin ku li gor salên dawîn zêdetir belav bû.

Duzgun wiha axivî: "Li bajarê me genimê cureya wê kavilca ye di sala 2020î da li ser qadeke 4 hezar û 750 dekarî hat reşandin û 500 ton genim hat bidestxistin. 60 ton jî genimê sor hat çinîn. Ji ber ku Wezareta Çandinî û Daristanan zûtir bihayê kirîna dexl û genim eşkere kir û cotkar ji van bihayan razî bûn, her ku diçe ew zêdetir genim direşînin."

- "Diyetîsyen pêşniyaz dikin"

Serokê Odeya Ziraetê ya Sariqamîşê Nesîm Gok jî got genimê sor a ku sed salan e li Qersê navdar e her ku diçe berbelav dibe û wiha axivî: "Ev genim bi tenê ji bo ar tê bikaranîn. Kapeka vî genimî pir zêde ye û diyetîsyen xwarina wê pêşniyaz dikin. Bi taybetî ji bo obezîteyê wek derman e. Îsal çinîna wê dest pê kir."

- "Ev genimê em diçinin herî kêm sed salî ye"

Cotkar Erdal Karadagê li navçeya Selîmê dijî jî got ev cure genim ji nifşên berê heta nifşên niha hatiye û wiha axivî: "Ev genimê em diçinin herî kêm sed salî ye. Ji kal û bavên me maye. Em ji vî genimê sor dihêrin, dikin nan û em pê xwarinên xwe çêdikin. Em genimê Amerîkayê, Îsraîlê naxebitînin. Ew bi tenê ji bo êmê heywanan tên bikaranîn. Îsal pir bi bereket e. Ji yekî deh hilberîn çêbû. Zarokên me jî wê vê kevneşopiyê bidomînin, lewra ev genimê rastîn e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın