Li Qersê berf bêwext barî û heywandar di tengasiyê da man
Kars
Li Qersê heywandarên pez û dewarên xwe diçêrînin ji ber berfa ku nişkava barî di tengasiyê da man.
Li bajêr duh şiliyê dest bi baranê kir û bi navber dewam kir, îro piştî nîvro jî nişkava berf barî. Berfa li herêmên bilind barî jî erd sipî kir.
Heywandarên li tanga Gidûgê Boxatepeyê yê li ser rêbejaya Qers-Goleyê heywan diçêrandin bê tevdîr li holê man.
Heywandarên havînê pez û dewarên xwe li zozanan diçêrînin ji ber berfa di îlonê da barî daketin herêmên nizm.
Erdal Yokuşê li gundê Golbaşiyê heywandariyê dike diyar kir ku berf nişkava barî û wiha axivî: "Di îlonê da berf barî em şaş û metel man. Îro şilî dibarî paşê vegerande berfê. 70 serî pezê me heye, em li çêreya ku bi berfê nehatiye girtin digerin. Em ê pez û dewarên xwe bibin wan deran."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.