Jiyan

Li Qersê zarokên cara ewil taxima xweşiqitandinê dîtin pir şa bûn

Haydar Şahin   | 26.02.2021
Li Qersê zarokên cara ewil taxima xweşiqitandinê dîtin pir şa bûn İsmail Kaplan - AA

Kars

Li Qersê xwendekarên di pêşîkêşiya mamosteyên xwe da cara ewil taxima xweşiqitandinê nas kirin li girên biberf têra dilê xwe xwe şiqitandin.

Li Qersê zarokên cara ewil taxima xweşiqitandinê dîtin pir şa bûn

Li Qersê xwendekarên di pêşîkêşiya mamosteyên xwe da cara ewil taxima xweşiqitandinê nas kirin li girên biberf têra dilê xwe xwe şiqitandin. ( İsmail Kaplan - Anadolu Agency )

Zarokên li gundê Qereqeleyê dijîn bi pêşîkêşiya Musayîp Aslanbenzerê mamosteyê xwe va taxima xweşiqitandinê nas kirin.

Xwendekarên berê bi xizang û bîdonan xwe dişiqitandin vê carê bi amûrên profesyonel va li girên biberf xwe şiqitandin.

Aslanbenzerê mamoste daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di zaroktiya xwe da bi îmkanên xwe ji xwe ra xizang çêdikirin û pê xwe dişiqitandin.

Aslanbezer destnîşan kir ku ji bo zarokên gund bi amûrên profesyonel xwe bişiqitînin hewl dide û wiha pê da çû: "Li lîseya fenê taximên xweşiqitandinê hebûn, min ji wan rica kir û taxim anîn gund. Ev çend roj e em li gund zarokan diceribînin û hînî taximan dikin. Hin zarok gelekî hîn bûn. Hinekên wan jî dixebitin ku hîn bibin. Herêma me bilind e û ji bo xweşiqitandinê misaît e. Heke em piştgiriyê bidin zarokan bawer dikim ku ew ê bibin werzişvanên serkeftî."

Zarokên cara ewil taxima xweşiqitandinê nas kirin jî ji mamosteyê xwe ra sipas kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın