Hüseyin Demirci
31 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku li welêt yek ji bilindtrîn cihê nîştecihiyê ye, siorîkên sorik li baxçeyê gel bi tevgerên xwe yên şêrîn bala derdora xwe dikişînin.
Li navçeya ku bi daristanên çaman dorpêçkirî ye, siorîkrên sorik ku endamên giring ên jiyana siruştî ne, pir caran li Baxçeyê Gel ê Harûn Xeyalî tên dîtin. Ji şaxekî xwe diavêjin şaxekî, qozeleqên çaman dikevêjin û carinan jî ji bo dîtina xwarinê hildikişin ser maseyên seyranê û dîmenên xweşik pêşkêşî kesên ku dixwazin di siruştê da wext derbas bikin, dikin.
Siorîkên ku bi serbestî li baxçe digerin û ji mirovan natirsin, bi taybetî bala zarokan û wênegiran dikişînin. Mêvanên baxçeyê bi telefonên xwe yên destan wêneyên siorîkên ku ji çuqliyekê xwe diavêjin çuqliyekî din, digirin.
Oktay Yavlal, niştecihekî herêmî, diyar kir ku Sariqamîş bi dewlemendiya xwe ya siruştî derdikeve pêş û temaşekirina siorîkan aramiyê dide wan.
Yavlal got, "Dîtin û temaşekirina siorîkan celebek pir taybet a bextewariyê dide me. Sariqamîş ne tenê bi siorîkên xwe, lê di heman demê da bi cureyên çûkên xwe yên cihêreng jî bêhempa ye; ew bi rastî jî goşeyek pir taybet a welatê me ye. Em ji her aliyên welatê xwe mirovan pêşwazî dikin ku werin Sariqamîşê."