Jiyan

Li Qersê rîtuelên zêdana mêşan dîmenên balkêş derxistin holê

Mêşvan Alî Hîkmet Yilmaz: "Li kewarê bi zêdebûna mêşan şahmêş û hin mêş kewarê diterikînin. Mêş paşê demekî li hewayê difirin û mêşa mak û mêşên karker li ku tesbît kiribin li wir datînin."

Elif Irmak   | 30.06.2020
Li Qersê rîtuelên zêdana mêşan dîmenên balkêş derxistin holê

Kars

Li Qersa ku li Tirkiyeyê ji hêla hilberîna hingiv va xwedî cihekî girîng e mêşan di heyama nû da cara ewil zê dan û mêşvan wan mêşan hildidin ku bixin kewareke nû, vê rîtuelê jî dîmenên balkêş derxistin holê.

Li Sariqamîşa bi nebatên xwe yên dewlemend û daristanên çama zer a 2 hezar mêtro bilind û kulîlkên xwe yên reng bi reng derdikeve pêş zêdana mêşan mêşvan kelecanî kir.

Piştî barana ku demek e dibariya tav derket û lîvdariya mêşan zêde bû. Mêş sibehê û nîvro ji bo zêdanê ji kewaran derdikevin û piştî ku demek li hewayê difirin xwe datînin li ser nebat, dar, hesin an jî keviran û wir kom dibin.

Mêşvan cihên ku mêş lê kom dibin tesbît dikin û kewarên amade kirine datînin ku mêş bikevinê.

Mêşvan jî her heyamê bi vê rîtuela ku mêş dubare dikin hem jimara kewaran hem jî bi mêşên nû yên derketin hilberîna hingivê xwe zêde dikin.

Mêşvan Alî hîkmet Yilmazê ku mêşvaniyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku zêdana mêşan tê wateya zêdebûna kewaran û saya bi vê yekê dê hilberîna hingivê van salên dawîn derkeve asta jor.

- Mêş bi telîmata şahmêşê kewarê diterikînin

Yilmaz diyar kir ku bi demsala biharê ra mêşên ji kewarê derdikevin mezin dibin û paşê jimara mêşên di kewarê da zêde dibe û ev gotin:

"Li gor daxwaza şahmêşê hin mêş hingiv didin hin mêş jî zê didin. Şahmêş çi telîmatê bide mêş li gor wê tevdigerin. Li kewarê bi zêdebûna mêşan şahmêş û hin mêş kewarê diterikînin. Mêş paşê demekî li hewayê difirin û mêşa mak û mêşên karker li ku tesbît kiribin li wir datînin. Piştî ku şahmêş danî hemû mêş jî xwe datînin ser wê. Em hewl didin ku van mêşan ji wir hilînin û deynin kewarê. Zêdana mêşan bi vî rengî çêdibe."

Mêşên ku kom dibin û dîmenên balkêş derdixin holê di nav 15 deqîqeyan da dikevin kewarê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın