Jiyan

Li Qersê rêncber seba tevdîra zivistanê li ser kar in

İsmail Kaplan   | 14.09.2021
Li Qersê rêncber seba tevdîra zivistanê li ser kar in

Kars

Li Qersê gundiyan dest bi dirûna gilgilan kir û tevdîra zivistanê dibînin.

Li bajêr zivistan dirêj û dijwar derbas dibe. Rêncber ji bo heywanên ku demeke dirêj di tewle û goman da dimînin, havînê kadînên ka û kesê tije dikin û lodên gîhê datînin.

Rêncber piştî gîhadirûn û nandirûnê kes û kayê hildan, vê mehê jî dest bi dirûna gilgil kirin. Li navçeyên Akyaka, Arpaçay û Selîmê û li hin gundên ser navendê gilgil tê dirûn.

Rêncberên ku zivistanê gilgil didin heywanên xwe, serê sibehê bi traktorên xwe diçin serê zeviyan û gilgil didirûn.

Ji rêncberan Levent Erdagi ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew tevdîra zivistanê dibînin û wiha dewam kir, "Ku wextê dirûna gilgil tê, em dest bi xebatê dikin û alifê heywanan ê zivistanê didin ser hev. Rêncber serê sibehê bi traktorên xwe va tên navçeya Akyakayê û heta saet 21.00î êmê gilgil dikişînin malên xwe. Li vê derê ji zivistanê ra pir hindik ma. Rêncber ji bo ku zivistanê heywanên xwe baş xwedî bikin, niha pir dixebitin, lewra çêlek heta serê gulanê di tewleyê da tên xwedîkirin."

Şahîn Yildirimê ku bi traktorê alifê gilgil dikişîne gundê Demirkentê jî got ku ew ji vê merhaleyê jî derbas bibin, seba zivistanê amade ne û wiha dewam kir, "Em di saet 05.00î da dest bi mesaiyê dikin. Gundiyên ku dixwazin alifê gilgil bikirin, bi me ra tên. Em diçin cihê ku gilgil tê dirûn, romorkên xwe tije dikin û tînin ber kadînan vala dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın