Li Qersê nexweşekî lingê wî şikestibû bi saya xebata ekîban gihîşt nexweşxaneyê
Kars
Li Qersê rêya gundê Akdereyê ji ber berfê hat girtin, ekîban piştî xebateke 3 saetan nexweşekî lingê wî şikestiye gîhand nexweşxaneyê.
Firat Doganê li gundê Akdereyê dijî dema berfa li baxçeyê xwe paqij dikir li erdê ket û lingê wî şikest.
Ji ber ku berfê rêya gund girtibû malbata Dogan nekaribû ku wî bibe nexweşxaneyê.
Ekîbên Îdareya Taybet hatin û rêya gund vekirin.
Xebatkarên tenduristiyê xwe gihandin gund û piştî 3 saetan Dogan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî.