Jiyan

Li Qersê ji ber sir û seqemê hewzên masiyan ên li tesîsên hilberînê qerimîn

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê sir û sermayê tesîra neyînî li hilberînerên masiyan jî kir.

Önder Beyter   | 24.01.2021
Li Qersê ji ber sir û seqemê hewzên masiyan ên li tesîsên hilberînê qerimîn

Kars

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê sir û sermayê tesîra neyînî li hilberînerên masiyan jî kir.

Li Sariqamûşa navçeya Qersê, hewzên li tesîsên hilberîna masiyên belek ên li tanga Çemê Keklîkê yê 10 kîlometre dûrî navenda navçeyê, ji ber hişkiyê qerimîn.

Li bajarê ku germahiya hewayê heta 24 pileyan daket binê sifirê, hilberînerên masiyan ku di şertên giran da dixebitin, cemeda li ser rûyê avê şikênandin û wisa masî derxistin.

Xwediyê çewlika hilberînê Medenî Erol di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di şertên giran da be jî ew hewil didin, hilberîna masiyên belek bikin.

Erol got, ji bo ku welatî bixin, ew di 30 pileyên binê sifirê da cemedê dişikênin, masiyan derdixin û wiha got, "Sibehê zû dema em hatin hewaz qerimîbûn. Lewma me jî cemed şikand û masî derxistin. Xebata di van şertan da zehf dijwar e, lê em masiyên zindî derdixin û xizmeta gel dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın