Li Qersê du demsal bi hev ra xwe nîşan didin
Li bajarê Qersê ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê yek ji ciyên herî sar e, du demsal bi hev ra xwe nîşan didin.

Kars
Li bajarê Qersê ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê yek ji ciyên herî sar e, du demsal bi hev ra xwe nîşan didin.
Li Sariqamûşa navçeya Qersê ku raqima wê 2 hezar û 150 ye berf û bager e, li herêma ku dikeve navbera Karakurta ku 28 kîlometre dûrî navçeyê ye û her wiha Xoresana navçeya Erziromê jî bihar e.
Li deverê bi tesîra germbûna hewayê, berf heliya û her wisa cemeda Çemê Erez ku ji ber seqemê qerimî bû, dest pê kir û heliya.
Çemê Erez ku di navbera çiyayên ku xêliya spî kişandine ser xwe da fetlan dide xwe, dîmenên xweşik derxistin holê.