Hüseyin Demirci
01 Tebax 2026•Rojanekirin: 01 Tebax 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê çêlbazê ku karkerê înşaetê ew jihaldaketî dît hildan bin parastinê.
Karker Zubeyir Turanê ku li devera înşaetê ya li Taxa Îstiqlalê ya Sariqamîşê çêlbazekî jihaldaketî dît, rewş ji tîmên Şêfîtiya Parkên Neteweyî yên Çiyayên Allahuekberê ya Sariqamîşê ya ser bi Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ragihand.
Teyrê ku radestî tîman hat kirin, ji bo dermankirin û lênêrînê birin Navenda Rizgarkirin û Rehabîlîtasyona Jiyana Kovî ya Zanîngeha Qafqasê.
Karker Turan ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî çêlbaz bi awayekî jihadaketî li şantiyeya înşaetê dîtiye.
Turan diyar kir ku wî rewş ji rayedarên pêwendîdar ra ragihandiye û gotiye, "Çêlbaz li şantiyeyê ketibû û hevkarên min ew hildabûn. Dibe ku birîndar bûbe, ji ber vê yekê me gazî Parastina Siruştê kir û mala wan ava hatin û me teyrik radestî wan kir."