Jiyan

Li Qersê baxçeyên mişmişan bi kulîlkên spî va xemilîn

İsmail Kaplan   | 07.04.2021
Li Qersê baxçeyên mişmişan bi kulîlkên spî va xemilîn

Kars

 Li bajarê Qersê zivistan zehmet derbas dibe, lê bi hatina biharê ra baxçeyên mişmişan kulîlk vedan û bajêr bi kulîlkên spî va xemilî.

Li gundên Halikişla û Başkoya Berjêr ên li ser navçeya Dîgorê piştî ku hewa germ bû darên mişmişan jî kulîlk vedan.

Kesên amadehiya zewacê dikin tên li baxçeyên mişmişan ên bi kulîlkên spî va xemilîne û li vir wêneyan dikşînin.

Mehmet Aydinê ku baxçeyê mişmişan geriya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dema ew ji rê derbas dibû sekiniye û wiha axivî: "Em îro nîşanî bûn. Ez û dergîstiya min me bi hev ra li cihên herî xweş ên Qersê wêne kişandin. Dema em ji vir derbas dibûn jî me baxçeyê mişmişan dît. Ji ber ku ev der li gor navenda bajêr germtir e daran kulîlk vedaye. Me li vir jî wêne û dîmen kişand."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın