Jiyan

Li Qersê baxçeyê gel bi çivîkên berî û sihorîkan xemilî

Hüseyin Demirci  | 29.11.2025 - Rojanekırın : 30.11.2025
Li Qersê baxçeyê gel bi çivîkên berî û sihorîkan xemilî Hüseyin Demirci

Kars

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku bi 2 hezar û 150 raqimî yek ji bilindtirîn cihên welat e, baxçeyê wê gel bi çivîkên berî û sihorîkan xemilî.

Navçe bi daristanên xwe ji bo gelek ajalên kovî stargeh û derfetên çêlbûnê peyda dike û çûkên berî yên wekî qelabask, darkutok û darkutokên kesk, her wiha sihorîkên sorik li jîngehên wan têne dîtin.

Sihorîkên sorik û çûkên berî yên ku di van demên dawî da li Baxçeyê Gel ê Harun Xeyalî ku di nav darên çaman ên li Taxa Înonuya li navenda navçeyê ye, têne dîtin, ji bo wênehezên siruştê bûne navenda balkêşiyê.

Sihorîkên ku li ser daran xwe diavêjin ser çuqliyan û gûzikan dikojin, bi darkutokên ku hêlînan li sar daran çêdikin, qelabaskên ku li erdê li qût digerin, ji aliyê fotograferên siruştê va dîmenên wan hatin girtin.

Fotograferê siruştê Muvaffak Hindistan ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku baxçe bi ajelên beyanî û kovî xemiliye û got, "Li Sariqamîşê di rojên dawîn ên payizê da, bi nêzîkbûna zivistanê, di nava baxçeyê me da, em pêrgî sihorîk, carina rovî û ajelên din ên kovî tên. Em jî weke fotograferên siruştê wêne û dîmenên wan digirin û pêşkêşî gelê xwe dikin. Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın