Li Qersê 30 kesên ji ber berf û bagerê di wesayîtan da asê man hatin xelaskirin
Li Qersê 30 kesên ji ber berf û bagerê di wesayîtan da asê man ji hêla tîmên Îdareya Taybet a Bajêr va hatin xelaskirin.

Kars
Li Qersê 30 kesên ji ber berf û bagerê di wesayîtan da asê man ji hêla tîmên Îdareya Taybet a Bajêr va hatin xelaskirin.
Li gundê Akdereyê ji ber berf û bagerê minîbuseke gund di berfê da asê ma. Minîbuseke din, kamyonetek û 3 wesayîtên piştî wê hatin jî ji ber ku rê girtî bû di rê da man.
Welatiyan hewl dan ku xwe ji berf û bagerê xelas bikin, lê dîtin ku nabe caw dan Îdareya Taybet a Bajêr.
Tîmên berfê paqij dikin hatin û piştî saetekê wesayît ji berfê xelas kirin.
Şefê ekîba navend a Îdareya Taybet a Bajêr Murat Şeker ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew her tim alîkariya welatiyan dikin, niha jî wan hewl daye ku ew bên xelaskirin û bigihêjin malên xwe.