Jiyan

Li Qerejdaxa Diyarbekirê kuliyên goştxwir hatin dîtin

Bestami Bodruk  | 17.06.2021 - Rojanekırın : 22.06.2021
Li Qerejdaxa Diyarbekirê kuliyên goştxwir hatin dîtin

Diyarbakir

 Li Qerejdaxa Diyarbekirê kuliyên goştxwir bi mezinbûn û dengê xwe balê dikşînin.

Kuliyên ku navê wan ê Latînî "Saga ephippigera" ye û pir mezin e li Qerejdaxê hatin dîtin.

Serokê Şaxa Makezanista Zoolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Alî Satar daxuyand ev cure kulî bihukên zirarê din zeviyan dixwin, yanê dostê cotkaran in.

Satar anî ziman dirêjiya wan digihêje 25 santêman, ji ber ku gelê herêmê zêde wan nas nake jê ditirse lê divê ew bên parastin.

Satar wiha axivî: "Bi saya agahdarkirinê û nasandina wan di salên dawîn da hejmara wan zêde bû. Divê em wan biparêzin, lewra ew bihukên zirar didin çandiniyê dixwin û feydeya wan digihêje pergala ekolojiyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın