Jiyan

Li Palandokenê sezona xweşiqitandinê dest pê kir

Selami Küçükoğlu   | 04.12.2021
Li Palandokenê sezona xweşiqitandinê dest pê kir

Erzurum

 Li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê ya ji navendên turîzma zivistanê ye, sezonê dest pê kir.

Navenda xweşiqitandinê li rexê bajêr e û nêzî balafirgehê ye ji ber çûyîn û hatina navendê gelekî hêsan e. Di roja ewil a destpêka sezonê da qerebalixiyeke zêde hebû.

Hezkiriyên xweşiqitandinê dawiya hefteyê zarokên xwe jî hildan di vê roja tavî da bi muzîkê xwe şiqitandin, li xizangê siwar bûn.

Kurşat Avanaşê ji Stenbolê hat Palandokenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi mehan e li benda destpêkirina sezonê bûn.

Avanaş diyar kir ku bi salan e ji bo xwe bişiqitîne tê Erziromê û wiha pê da çû: "Bi destpêkirina sezonê va ez bi balafirê hatim Erziromê. Bi pîstên bêhempa û tesîsên xweşik va Erzirom ji bo sporên berfê bajarê sereke ye."

Zeynep Genceyê jî got ev cara duduyan e ku tê Palandokenê û têra dilê xwe, xwe dişiqitîne.

Cengîz Başê turîst jî got çawa ku sezonê dest pê kir hema wisa hat Erziromê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın