Jiyan, Koronavîrus

Li navçeya ku pêketiyên Kovîd-19ê lê neman hişyarî tê dayîn ku welatî baldar bin

Li Cunguşa navçeya Diyarbekirê welatiyan guh da tevdîrên li hemberî vîrusa koronayê ji ber vê li navçeyê pêketiyên Kovîd-19 neman

Türkan Tosun   | 01.12.2020
Li navçeya ku pêketiyên Kovîd-19ê lê neman hişyarî tê dayîn ku welatî baldar bin

Diyarbakir

 Li Cunguşa navçeya Diyarbekirê welatiyan bi baldarî guh dan tevdîrên li hemberî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji ber vê li navçeyê pêketiyên Kovîd-19 neman.

Navçeya Çunguşê ya ku nifûsa wê 12 hezar e bi tebîata xwe ya xweşik va derdikeve pêş.

Li vir welatî pir baldar in, maskeyê didin ber dev û pozê xwe, ji hev dûr disekinin û guh didin tevdîrên koronayê.

Meriv bi hejmara HESê va dikevin bajêr, ji mizgeft û wesayîtên fermî her roj hişyarî tê dayîn ku welatî baldar bin.

Kargeh û qadên umumî her roj tên kontrolkirin ku li navçeyê ji duh pê va kesî bi vîrusê ketiye nema.

Qaymeqam Tuncay Kaldirim ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dema li welêt û navçeyê hejmara pêketiyan zêde bû Lijneya HifzasihEya Navçeyê jî biryarên nû da.

Kaldirim got ji bo welatî hesas bin wan li devê hin gundan lewheyên "li vir pêketiyên Kovîd-19 hene" daliqandine, kesên hatine navçeyê 10 rojan di karantînayê da girtine û destûr nedane ku kesên koda wan a HESê tune bikevin navçeyê.

Ji bilî vê Kaldirim anî ziman hejmara pêketiyan hatine eşkerekirin, ji mizgeftan û wesayîtan anons hatine kirin ku welatî baldar bin, rojê 100 test tên kirin û di 16ê mijdarê da 89 pêketî hebûn ku ev hejmara herî zêde bû.

- "Ez spasiya welatiyên me dikim"

Kaldirim wiha axivî: "Welatî dibêjin 'li vir pêketî hene divê em dûr bisekinin û baldar bin' ev hişmendî çêdibe. Em wisa bi ser ketin. Me peyam şand hemşehriyên xwe yên ji dervayî bajêr ku ew bi rêya komeleyan agahiyê bidin endamên xwe. Yên tên navçeyê bi vî awayî hînî tevdîran dibûn. Me wiha rê li ber hatin û çûyine navçeyê girt. Ji duh pê va pêketî neman. Ez spasiya welatiyên me dikim. Wan guh da tevdîrên me dîtin. Helbet hin pêketî çêbûn lê gelemperî welatiyan guh dan qayde û tevdîran."

Esnaf Nazim Yildizhanê 38 salî jî got wan hewl daye ew guh bidin tevdîran û wiha axivî: "Wek welatî me guh da tevdîran, yên guh nedidan jî dihatin hişyarkirin. Şikir niha pêketî neman. Me wiha rasterast têkoşîn da."

Baqî Işikê 61 salî yê li gundê Kaynakê ya li ser navçeyê dijî jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku pêketiyên Kovîd-19ê nemane û got wan gelekî hewl daye ku ew guh bidin tevdîran.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın