Sabri Yıldırım
18 Gulan 2021•Rojanekirin: 20 Gulan 2021
Bi hatina demsala biharê ra mozvanan berê xwe da Deşta Mûşê û çiyayên nêzîk ên flora dewlemend.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Mehmet Aydin ji rojnamegeran ra diyar kir, ew li bendê ne ku îsal 700 ton hingiv were hilberandin û 20 milyon lire dahat jê were wergirtin.
Aydin diyar kir ku ji hêla mozvaniyê va Mûş xwedî coxrafyayeke dewlemend e û her wiha timî çavên wan li ser mozvanan e û wiha dewam kir, "Em destûrê nadin yên ku belgeya wan tuneye, kewarên xwe daynin. Ji ber dewlemendiya celebên kulîlkan, mozvan Mûşê tercih dikin. Mozvanên gerok her sal di gulanê da tên Mûşê. Ji Aydin, Edene, Ordu, Antalya, Hatay û Mêrsînê tevî bi qasî 80 hezar kewarî mozvan tên Mûşê. Mozvan li vir bi qasî mehekî li deştê dimînin, dû ra jî hildikişin zozanan. Li parêzgeha me jî 53 hezar kewarên mozan hene."
Aydin destnîşan kir, ew li bendê ne ku 200 mozvanên gerok bên Deşta Mûşê û heta niha 60 mozvanan bi 15 hezar kewarî belgeya danîna kewaran wergirt.
Aydin bal kişand ku mozvan piştgiriyeke mezin didin aboriyê û wiha dewam kir ,"Wekî dewlet em serê kewarê 15 lire piştgiriyê didin. Me par 525 hezar lire piştgirî da. Îsal jî piştgiriya me dê bidome. Em li bendê ne bi mozvanên me yên gerok 120 milyon lire dahat ji aboriya me ra were."
Mozvan Mehmet Kopuz ku ji Antalyayê hatiye jî diyar kir ku bi hatina biharê mozvan berê xwe didin Mûşê û wiha dewam kir, "Ji ber floraya dewlemend a Deşta Mûşê me ev der tercih kir. Qederek şûnda jî em ê derkevin ciyên bilind. Em hersal tên, niha 230 kewarên me hene. Salewextê em bi qasî 3 tonî hingiv hildiberînin."