Li Mûşê trên li serwîsa xwendekaran qelibî, li gor agahiyên ewil 17 xwendekar birîndar bûn.
Trêna ku sefera Tetwan û Elezîzê dikir li Taxa Yeşîlceyê di bihûreka hemzemînê da li serwîsa xwendekaran a ku şofêrê wê Ramazan Aytulun û plaqeya wê 49 S 0044 e qelibî.
Li ser cawdayînê polês, ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê, AFAD û agirkujê çûn cihê qezayê.
Li gor agahiyên ewil, di qezayê da 17 xwendekar birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr Abdulkadîr Altay piştî qezayê çû serdana xwendekarên birîndar û li nexweşxaneyê der barê rewşa wan da agahî hilda.
Altay got Xwedê şifayê bide wan, serborî be û wiha axivî: "Serwîsa xwendekaran a taybet ya xwendekarên me yên Dibistana Navîn a Melikşah 2071ê dema ji xaçerêya trênê derbas dibe trên li aliyê çepê yê wesayîtê diqelibe û xwendekarên me bi sivik birîndar dibin. Ji bo tevdîrê hemû xwendekarên me rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan hat şopandin. Şikir, rewşa tu xwendekarekî me jî ne giran e. Ji bo ku qezayên bi vî rengî careke din çênebin, em ji hevalên xwe dixwazin ku ew hê baldartir bin. Li gor agahiya ewil di serwîsê da 17 xwendekar hebûn."