Jiyan

Li Mûşê rêyên gundan ên ku sitûrahiya berfê digihêje 8 mêtroyan bi zehmetî tên vekirin

Li Mûşê ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber pûk û firtoneyê sitûrahiya berfê cî bi cî digihêje 8 mêtroyan gelekî dixebitin.

Elif Irmak  | 27.01.2021 - Rojanekırın : 28.01.2021
Li Mûşê rêyên gundan ên ku sitûrahiya berfê digihêje 8 mêtroyan bi zehmetî tên vekirin

Muş

Li Mûşê ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber pûk û firtoneyê sitûrahiya berfê cî bi cî digihêje 8 mêtroyan gelekî dixebitin.

Ekîbên Midûriya Xizmetên Gihandin û Rê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo ku welatî bi hêsanî biçin û bên ji bo vekirina rêyên li qada di bin berpirsyariya wan da dixebitin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur daxuyanî dan rojnamevanan û got ku li bajêr ji ber berfa gur û firtoneya ku ji 16ê rêbendanê pê va bi tesîr bû rêya 352 gundan hat girtin.

- "Em li Geliyê Derecîkê di saetekê da biqasî 15 mêtro dikarin biçin"

Yentur got ku ekîb piştî xebateke giran rê vedikin û wiha axivî:

"Li cihên bilind ji ber pûk û firtoneyê cî bi cî 8 mêtro berf heye. Ji ber vê yekê ekîbên me gelekî zehmetiyê dikşînin. Li Geliyê Derecîkê ya li rêya gundê koma Uçevlerê ji ber berfa çendîn mêtro bilind em di saetekê da encax 15 mêtro dikarin pêş bikevin. Ji ber firtoneyê rêyên em vedikin tên girtin. Em bi 64 makîneyên kar û 100 personelên xwe va dixebitin. Li rêya gundê koma Derecîkê ji ber firtoneyê hem mesafeya me ya dîtinê kêm e hem jî ji ber ku berf kom bûye ekîb zehmetiyê dikşîne. Me çûnûhatina gundên li vê herêmê ji rêya dirêj pêk anî. Ji bo vekirina rêya li Geliyê Derecîkê xebatên me didomin."

Şefê ekîbê Muhammed Yentur jî ragihand ku ji ber firtoneyê çendî mêtro berf ketiye ser hev û 3 roj e xebata vekirinê dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın