Li Mûşê mizgefta 800 kesî bi merasimê ji îbadetê ra hat vekirin

 Li Mûşê mizgefta ku bi piştgiriya Komeleya Jiyandin û Çêkirina Mizgefta Gundê Uçevlerê û xêrxwazan hat avakirin û kapasîteya wê 800 kes e bi merasima hat lidarxistin ji îbadetê ra hat vekirin.

Merasima vekirina mizgefta ku xîma wê di sala 2021î da hat avêtin û tê da mala sersaxiyê jî heye bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir.

Waliyê Mûşê Avnî Çakirê ku beşdarî merasimê bû got ku bi hev ra ji bo ku ji bo zarok û ciwanan şertên Mûşê çêtir bikin hewl didin.

Çakir got ku çêkirina îbadetxaneyan wekî çêkirina rê û pireyan e.

Parlamenterê Mûşê yê AK Partiyê Mehmet Emîn Şîmşek jî di bernameyê da axivî.

Piştî axaftina mizgeft bi diayan hat vekirin. Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Albayê Biqidem Ozgur Ozer, Serdozgerê Komarê Huseyîn Kantar, Miftiyê Bajêr Îbrahîm Yavuz, Midûrê Ewlehiyê Melîh Kuzudîşlî, Serokbajarê AK Partiyê Melîk Emre, şedar, mixtar û niştecihên herêmê beşdarî merasima vekirinê bûn.