Jiyan

Li Mûşê ji gulberojkan xêr û bereketeke baş tê payîn

Sabri Yıldırım  | 07.08.2022 - Rojanekırın : 08.08.2022
Li Mûşê ji gulberojkan xêr û bereketeke baş tê payîn

Muş

Midûrê Çandinî û Daristanê ya Bajarê Mûşê Mehmet Gun diyar kir ku li bajêr ser qadeke 35 hezar dekarî gulberojk hatin danîn.

Gund daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, di pêdiviya rûnê rehn û êmîş da Mûş li Tirkiyeyê xwedî pareke girîng e.

Gun diyar kir, li bajêr fîrmayeke taybet li ser qadeke nêzî 30 hezar dekarî gulberojk çandine û wiha dewam kir:

"Digel vê li navçeya Kopê cotkaran li ser qadeke 5 hezar dekarî gulberojk çandine. Înşeallah wê serê dekarê 200 kîlo dendik jê were. Em li bendê ne nêzî 100 milyon lireyî piştgiriyê dide aboriya bajêr."

Deşta Mûşê li Tirkiyeyê seba çandiniyê qada sêyemîn e û bi zeviyên gulberojkan va deşt bi carekî zer bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın