Sabri Yıldırım
23 Îlon 2023•Rojanekirin: 27 Îlon 2023
Li Vartoya navçeya Mûşê bêrîvanên li zozanan pezê xwe didoşin.
Li gundê Oglakçiyê jinên ku debara xwe bi xwedîkirina pêz dikin her roj ji bo miya bidoşin diçin bêriyê.
Jinên bêrîvan ji şîr him ji bo zivistanê penêr, rûn û mast çêdikin û him bi yê zêde debara xwe dikin.
Ji bêrîvanan Nafiye Erogluyê diyar kir ku hatina payîzê ra êdî li zozanan karê bêriyê diqede.
Nafiye Erogluyê diyar kir ji bo bêriyê her roj tê zozanan û wiha got, "Havînê ji 200 mêşinî bi qasî 50 kîlogram şîr dihat, lê niha em tenê bizinan didoşin û 15 kîlogram şîr digirin. Ji ber ku êdî zemanê beranberdanê tê şîrê mêşinan kêm e."