Li Mûşê berf barî, mij û dûman çêbû

MUŞ (AA) - Li deverên bilind ên Mûşê berf barî, mij û dûman çêbû.

Li bajêr barana ku duh barî cihê xwe ji berfê ra hîşt.

Taxa Çavuştepeyê ya 2 hezar û 600 mêtro bilind e ya 15 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e, bi berfê nixûmî.

Li herêma Çiyayê Kurtikê jî qalindahiya berfê li hin cihan gihîşt 3 santêman.

Li herêmê mij û dûmaneke zêde çêbû.