Li Mêrsînê servîsa karkeran welgeriya şarampolê, 5 kes mirin û 14 kes birîndar bûn

 Li Erdemliya navçeya Mêrsînê mînîbusa karkerên çandiniyê welgeriya şarampolê û di encamê da 5 kes mirin, 14 kes birîndar bûn.

Mînîbusa karkerên çandiniyê ya plaqe 33 VLP 55 a navê ajokarê wê nehatiye tesbîtkirin, li tanga Avgadiyê ya Taxa Aydinlarê welgeriya şarampolê.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî, cendirme û îtfaiyeyê bo cihê qezayê hatin sewqkirin.

Ekîban tesbît kir ku ji kesên di wesayîtê da 5 jê mirine û her wiha 14 kesên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyên li derdorê.

Lêkolîna ekîban a li cihê qezayê didome.