Li Mêrsînê minîbus welgeriya û 6 karkerên çandiniyê tê da birîndar bûn

Li Erdemliya navçeya Mêrsînê minîbusa ku karkerên çandiniyê tê da bûn, welgeriya û 6 kes birîndar bûn.

Minîbusa ku navê şofêrê wê nehat hînkirin, plaqeya wê 33 BAA 541 e û karkerên çandiniyê tê da bûn, li texma Alicayê ya Taxa Esenpinarê welgeriya.

Piştî ku cab dan Navenda Bangewaziya Acil a 112ê, ekîbên tenduristî, cendirme û îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin.

6 karkerên ku di qezayê da birîndar bûn, bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdemliyê.

Hat gotin ku ji birîndaran rewşa kesekî giran e.