Li Mêrdînê avahiyek şewitî, zarokek mir û 12 kes rakirin nexweşxaneyê

 Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê di avahiyekî da şewat derket, zarokekî ku dû bandor lê kir mir, 12 kes rakirin nexweşxaneyê.

Li qata daketinê ya avahiyeke 3 qatî ya li kolana 751emîn a Taxa Pîşesaziyê ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket.

Li ser îxbarê gelek ekîbên agirkujî, polês û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.

Ekîbên agirkujiyê dîwarê odeyeke avahiyê şikandin ê kesên ku ji ber dûya zêde di avahiyê da mexsûr mabûn xilas kirin.

6 zarok zarok 13 kesên ku dûyê bandor li wan kir rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Ji zarokan Bekîr Ç.yê 5 salî digel midaxeleyan bi ser xwe va nehat û mir.

Şewat bi midaxeleya ekîbên agirkujiyê hat vemirandin.