Li Meletiyê kamyoneke ku frena wê xirab bû li 15 wesayîtan qelibî, 5 kes birîndar bûn

            

Li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê kamyoneke ku frena wê xirab bû li 15 wesayîtên li devê rê û yên ku di roniya sor da sekinîbûn qelibî.

Li Taxa Paşakoşkuyê frena kamyona ku nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e û plaqeya wê 44 AGC 632 e xirab bû.

Kamyona ku ji kontrola şofêr derket li 15 wesayîtên li devê rê park kiribûn û yên ku di roniya sor da sekinîbûn qelibî û paşê sekinî.

Li ser cawdayînê gelek polês û ekîbên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Li gor agahiyên ewil 5 kesên ku di qezayê da birîndar bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Cîhat Kayayê yek ji şahidên qezayê ye wiha got: "Roniya trafîkê ji bo me vêket. Dema ku ez ji kolanê derdiketim û qasî 50-60 mêtro ber bi rastê va zivirîm, kamyon jî ji jor va dihat. Li wir li kesekî qelibî û bi qasî 10 saniyeyan piştî ku ez ketim kolanê îja li hemû wesayîtên li wir bûn qelibî, kevirên hûr ên li ser bûn rijiyan û welgeriya."

Li herêmê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin dîtin û polês xebatên xwe yên li qadê didomînin.