Li Meletiya ku "paytextê mişmişan ê dinyayê" darên mişmişan çar demsal rengên cuda dihewînin
Li Meletiya ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) va wekî "paytextê mişmişan ê dinyayê" tê binavkirin û wisa hat tescîlkirin, 9 milyon darên mişmişan hene ku ew bi rengên xwe yên cuda va di çar demsalan da şahiyeke dîtbarî derdixin holê
Okan Coşkun
16 Hezîran 2026•Rojanekirin: 16 Hezîran 2026
photo: Okan Coşkun / AA
Li Meletiya ku "paytextê mişmişan ê dinyayê" darên mişmişan çar demsal rengên cuda dihewînin
MALATYA
Li Meletiya ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) va wekî "paytextê mişmişan ê dinyayê" tê binavkirin û wisa hat tescîlkirin, 9 milyon darên mişmişan hene ku ew bi rengên xwe yên cuda va di çar demsalan da şahiyeke dîtbarî derdixin holê.
Wêne : Okan Coşkun/AA
Meletî qismeke mezin a mişmişên hişkkirî yên dinyayê pêşkêş dike.
Dîmenê rengê darên mişmişan ên ku çar demsal diguherin û dîmenên xweş derdixin holê ji hêla ekîba AAyê va hat kişandin.
Darên ku payîzê bi rengên zer û qehweyî va dixemilin, zivistanê xêliya spî li xwe dikin û biharê jî bi kulîlkên pembe û spî va balê dikşînin. Dema dibe havîn jî baxçeyên mişmişan bi fêkiyên xwe va kesk dibin.
Wêne : Okan Coşkun/AA
Li bajêr 32 cureyên mişmişan ên wekî "Hasanbey", "Kabaaşi", "Hacihalîloglu" û "Alyanak" yên ku tehma wan û mezinahiya wan cuda ne hene û ew li ser 9 milyon daran hêşîn dibin.