Jiyan

Li Mûşê welatiyên biharê derketibûn zozanan dest bi dagêrê kirin

Sabri Yıldırım   | 31.07.2021
Li Mûşê welatiyên biharê derketibûn zozanan dest bi dagêrê kirin

Muş

 Li Mûşê welatiyên ku di mehên biharê da ji bo hildana penêr, rûn, mast û şîr derketibûn zozanan bi helkirina karê xwe va hêdî hêdî dest bi vegerê kirin.

Li Mûşê welatiyên biharê derketibûn zozanan dest bi vegerê kirin

Li Mûşê welatiyên ku di mehên biharê da ji bo hildana penêr, rûn, mast û şîr derketibûn zozanan bi helkirina karê xwe va hêdî hêdî dest bi vegerê kirin.

Xwediyên pez û dewaran ên ku derketibûn zozanên Yucetepe, Bahçe, Dêrik û Kurtikê ber bi gundê xwe va vedigerin.

Naîme Baytara vegeriya gundê xwe yê Yucetepeyê daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew di meha gulanê da derketin zozanan qasî 4 mehan li wê derê ji xwe ra penêr, şîr, rûnê nivîşkî û toraq berhev kirin.

Baytarê got ku ew ji ber ku vegeriyan gundê xwe gelek kêfxweş in û wiha domand: "Em ê pez û dewarên xwe niha li vê derê xwedî bikin. Em ê wan li vê derê bidoşin û karê xwe li vê derê bidomînin. 30 sal e ez mêşinan didoşim. Gundî debara xwe bi heywandariyê dikin. Em ji bo ku heywanên me baş bi ser xwe da werin di mehên biharê da derdikevin zozanan û bi sarbûna hewayê va jî vedigerin gundê xwe."

Ji xwediyên heywanan Hatîp Tan jî got ku wan li zozanan amadehiyên xwe yên zivistanê temam kirin û bi bêder rakirinê va ew vegeriyan gund.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın