Jiyan

Li Mûşê nexweşê li mezraya rêya wê hat girtin di 9 saetan da gihandin nexweşxaneyê

Sabri Yıldırım   | 24.01.2022
Li Mûşê nexweşê li mezraya rêya wê hat girtin di 9 saetan da gihandin nexweşxaneyê

Muş

Li Mûşê nexweşê li mezraya ku rêya wê ji ber berfê hat girtin bi xebata ekîban va di 9 saetan da gihandin nexweşxaneyê.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê, li mezreya Aydogduyê ya gundê Ulukayaya 55 kîlometre dûrî navendê, eqrebayên Mehmet Ali Ozturkê 45 salî yê ku nikaribû bêhnê hilde, alîkarî xwestin.

Li ser vê yekê ekîbên UMKEyê û yên 112 Bilez Tenduristiyê bi ambulansa bi palet bo herêmê hatin sewqkirin. Ekîb li herêma ku stûriya berfê 1,5 metre bû bi zehmetî çûn.

Ekîbên ku xwe bi mezrayê re gihandin, midaxeleya ewil a Ozturk kirin û bi xebata ku 9 saet dewam kir va nexweş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Ozturkê ku tenduristiya wî baş e, spasiya ekîban kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın