Jiyan

Li Mêrdînê di nav dibistanan da "Pêşbaziya Xwendina Helbestên Kurdî" hat organîzekirin

Şahin Seçen, Halil İbrahim Sincar   | 13.05.2022
Li Mêrdînê di nav dibistanan da "Pêşbaziya Xwendina Helbestên Kurdî" hat organîzekirin

Mardin

 Li Mêrdînê di navbera xwendekarên dibistana navîn da ji bo herî xweş xwendinê "Pêşbaziya Xwendina Helbestên Kurdî" hat organîzekirin û helbestên Kurdî yên navdar hatin xwendin.

Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya Ozcan Yildiz di çarçoveya xebatên dersa Kurdî ya ku li dibistanan awayek bijarte tê dayîn da di navbera hemû dibistanên navîn ên li bajêr da Pêşbaziya Xwendina Helbestên Kurdî organîze kir.


Li Mêrdînê di navbera xwendekarên dibistana navîn da ji bo herî xweş xwendinê "Pêşbaziya Xwendina Helbestên Kurdî" hat organîzekirin û helbestên Kurdî yên navdar hatin xwendin.

Pêşbazî li eywana konferansa dibistanê hat kirin û ji 27 dibistanan xwendekar beşdar bûn û 8 dibistan di fînalê da hewl dan.

Di xwendina helbestên ji alî juriyê va hatibûn kifşkirin da ji xwendekaran Lorîn Janya Yilmaz bû yekemîn, Buşra Tayan bu duyemîn û Elîf Karaaslan jî bu sêyemîna pêşbaziyê.

Midûrê Dibistanê Tarik Yilmaz daxuyanî da û got ku bi armanca wan ew e ku balê bikişînin ser dersa Kurdî ya li dibistanan awayek bijarte tê dayîn, pêşbaziyê organîze kirin.

Yilmaz destnîşan kir ku endamên juriyê ji bo xwendinê helbestên Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Meleyê Bateyî diyar kirin û wiha domand: "Ciwanên me helbest ji ber kirin û derketin ser dikê. Xwendekarên me gelek bihewes bûn lê ji ber ku cara ewile bi kelecan bûn jî. 27 dibistan beşdar bûn û hêviya me ewe di salên pêş me da înşeallah wê zêdetir dibistan beşdar bibin."

Yilmaz got ku ewê diyarî bidin xwendekarên di pêşbaziyê da bi ser ketine.

Lorîn Janya Yilmaz a ku bû yekemîna pêşbaziyê got ku bi piştevaniya malbatê wê xwe ji pêşbaziyê ra amade kir û ji ber bi ser jî ket gelek kêfxweş bû.

Elîf Karaaslanê jî got ku bi piştevaniya mamosteyên xwe beşdarî pêşbaziyê bû û ew kêfxweş e û bi kelecane û ji herkesî ra jî spas kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.