Sabri Yıldırım
11 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2026
Li Mûşê Zixurê Qizilxacê bi ava xwe ya henîk û hewaya xwe ya xweş eleqeyeke mezin dibîne.
Zixurê ku 20 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e, di demên dawîn da balê dikişîne.
Welatiyên ji germê direvin berê xwe didin herêmê û tevî malbatên xwe derdikevin ger û geştê.
Şaredarê Qizilxacê Mehmet Şirîn Yilmaz destnîşan kir ku li derdora zixur hin guherîn hatine kirin û xebatên di vî warî da jî didomin.