Ömer Varlık
11 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2026
Li Mûşê xebatên lêgerînê yên ji bo zarokê 10 salî yê ku ket Çemê Muradê û ro da çû bi ekîbeke bi qasî 80 kesan pêk tê, berdewam dikin.
Ji bo dîtina Berat Karakayayê ji Azaxpûra (Ozdîlek) gundê Mûşê ku ket ava Çemê Muradê û wenda bû, xebat didomin.
Xebatên lêgerînê li nava avê û derdora çem didomin. Ekîbeke bi qasî 80 personelên ji Rêveberiya AFADê ya Mûşê, Fermandariya Cendermeyan ya Mûşê, Tîmên Lêgerîn û Rizgarkirina Binavê ya Cendermeyan ya Wanê, xozneberên polês yên ji Daîreya Polêsan ya Wanê û tîmên noqvanên ji Rêveberiya AFADê ya Bidlîsê pêk tê, li herêmê xebatên lêgerînê dikin.
Xebat bi alavên sonar û dronan jî têne meşandin.
Karmendên şaxa Mûşê ya Heyva Sor ya Tirkiyeyê xwarinê li tîmên lêgerînê û xizmên zarokê wenda, belav kirin.