Jiyan

Li Mûşê welatî li çil û çiya silq û silmasqê kom dikin

Sabri Yıldırım   | 30.04.2021
Li Mûşê welatî li çil û çiya silq û silmasqê kom dikin

Muş

Li Mûşê welatî li çil û çiyayên bi operasyonên serkeftî ji terorê hatin paqijkirin silq û silmsqê kom dikin.

Kesên diçin Zozana Şênê gulik, kereng û ribêsê kom dikin.

Welatiyên germahiya hewayê wekî firsend dibînin derdikevin çil û çiyayan nebatan kom dikin û pê debara xwe dikin. Mehmet Kalirê silq kom dikir got ku di van denên dawîn da li herêmê hizûr heye.

Kalir wiha pê da çû: "Berê ji ber terorê mimkûn nebû ku welatî derkevin çiyê û bigerin. Lêbelê di encama operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê da herêm ji terorê hat pqijkirin û gel gihîşt hizûrê. Em jî bi rihetî tên ji çil û çiyan silq, silmasq, ribês, gulik û kerengê kom dikin."

Veysî Kalir jî got zozan ji welatiyan ra hatin vekirin ev hem kêrî heywandariyê hem jî kêrî aboriyê tê.

Kalir got dibê rewşa hizûrê dewam bike û wiha axivî: "Her kes bi serbestî dikare derkeve zozanan. Niha çil û çiya tijî meriv in. Heywandarî jî zêde bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın