Ömer Varlık
15 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2026
Li Mûşê otomobîl dema ku ser rêya trenê ra derbas dibû, trena rêwiyan lê qelibî û 3 kesên di otomobîlê da birîndar bûn.
Li texma Taxa Baglarê otomobîla ku navê şofêrê wê hê ne diyar e û plaqeya wê 44 AHP 336 e, trena rêwiyan lê qelibî.
Li ser êxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye û polês sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da Muhammed Emre Kacara, Abdullah Savli û Deniz Uygurê ku di otomobîlê da bûn, birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û li cihê qezayê tevdîra ewlehiyê hat hildan.