Jiyan

Li Mûşê rêya gund a alternatîf a ku 4 meh e girtî ye di 7 rojan da hat vekirin

İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım   | 08.04.2021
Li Mûşê rêya gund a alternatîf a ku 4 meh e girtî ye di 7 rojan da hat vekirin

Muş

 Ekîbên berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Mûşê rêya gundê Uçevlerê ya ku 23 kîlometre dirêj û gundî wekî alternatîf bi kar tînin, di 7 rojan da vekir.

Ekîb di rêya gund da ya ku ji ber berf û bagerê ev 4 meh e girtî ye û sitûriya berfê cih cihan digihîje 10 metreyî, digel hemû dijwariyên wê û her wiha rîska şepeyê xebitîn da ku xizmeteke baştir pêşkêşî welatiyan bikin.

Ekîb li zikê çiyayên çik ên ku xetereya şepeyê heye 7 rojan bênavber xebitîn, berf qelaştin û rê vekirin.

Xebata ekîbên berfê ya li herêma ku berfa wê zêde ye, bi droneê hat kişandin.

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur ji rojanamegeran ra diyar kir ku bi vebûna rêya Uçevlerê va xebata ekîbên wan ên berfê yên îsal kuta bû.

Yentur bal kişand ku li herêma ku ew jê berpirsiyar in, 367 gund û 208 mezre hene û wiha dewam kir:

"Zivistaneke dijwar bû. Li ciyên bilind ji ber berf û bagerê rêyên me timî hatin girtin. Îsal di xebatên berfê da 90 personelê me bi 64 makîneyên kar xebitîn. Ez kêfxweş in ku bêyî bûyereke nexweş me ev zivistan jî derbas kir."

Şefê ekîbê Fehim Karakaya jî diyar kir ku wan bi xebata hefteyekê va rêya gundê Uçevlerê vekir û wiha dewam kir, "Li vê derê ji ber bagerê bi qasî 20 metreyî berf heye. Xebata li vê derê pir xeternak e, xetereya şepeyê heye, operator pir zehmetiyê dikişînin. Operatorê kemçeyê carinan rê nabîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın