Sabri Yıldırım
12 Sibat 2026•Rojanekirin: 17 Sibat 2026
Li Mûşê du malbatên neyar li hev hatin.
Ji bo lihevhatina malbatên Demir û Yildirim ku par bi kuştina kesekî neyartî ket navbera wan, li Mizgefta Îmamê Şafiî merasima aştiyê hat lidarxistin.
Bernameyê bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir, endamên herdu malbatan hevdu hemêz kirin û li hev hatin.
Walî Avni Çakir beşdarî bernameyê bû û spasiya mensûbên herdu malbatên lihevhatî kir.
Çakir bal kişand ku bidawîbûna neyartiyê cihê kêfxweşiyê ye û wiha dewam kir:
"Min dît, nakokiyeke ku ciwan sedema wê nizanin, malbatan çawa ji hevdu dike û tesîrê li aramiya gund, navçe û parêzgehê dike. Îro jî em ji bo bidawîbûna neyartiyeke tal li vir in. Malbatên me yên Demir û Yildirim herdu jî di ser hev ra ne. Serê malbata Demir sax be. Xwedê bi rehmeta xwe miemele li wî ewladê me bike û bi ceneta xwe şerefyab bike. Malbata Yildirim ji ber vê bûyerê pir xemgîn bûbû. Malbata Demir xweragiriyeke mezin nîşan da. Efûkirin, fezîleteke pir mezin e."
Albay Ozgur Ozerê Fermandarê Cendirmeya Parêzgehê, Melih Kuzudişluyê Midûrê Ewlekariya Parêzgehê, Omer Sevenê Wekîlê Miftiyê Parêzgehê, rîspî û gelek welatî beşdarî merasimê bûn.