Li Mûşê jin her roj bi kîlomêtroyan rê diçin û heywanên xwe didoşin
Li Mûşê bêrîvan serê sibê bi kedeke mezin û zehmet diçin zozanan, bi sedan pez û bizinan didoşin
Sabri Yıldırım
26 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2026
photo: Sabri Yıldırım / AA
Li Mûşê jin her roj bi kîlomêtroyan rê diçin û heywanên xwe didoşin
MUŞ
Li Mûşê bêrîvan serê sibê bi kedeke mezin û zehmet diçin zozanan, bi sedan pez û bizinan didoşin.
Jinên ku li bajaroka Altinovayê ya li ser navçeya Korkutê dijîn, piştî ku karên xwe yên malê temam dikin, satil û bîdonan hildidin û îja diçin zozanên ku heywan lê ne.
Piştî rêwîtiyeke dijwar a nêzîkî saetekê ya bi motora ku kirê kirine an jî bi keleskeyên hespan, ew digihîjin cihê ku heywan lê tên xwedîkiri.
Wêne : Sabri Yıldırım/AA
Paşê ew amadekariyên xwe temam dikin û dest bi dotina heywanan dikin.
Li gel hewaya germ, jin bi sedan pez û bizinan didoşin û şîrê wan dibin gund da ku bikin mast, penêr û rûnê nivîşkê.
Bêrîvanên ku her roj sibê û êvarê heman karî dikin, bi firotina wan alîkariya debarê ya mala xwe dikin.
- "Digel zehmetiya wê, em karê xwe didomînin"
Ji jinan Îpek Taşê ji nûçegihanê AAyê ra got ew her roj bi tevahî 20 kîlomêtroyan rê diçin û tên da ku pez û bizinan bidoşin.
Taşê diyar kir ku ew piştî rêwîtiyeke dijwar digihîjin cihê ku heywan lê ne û wiha axivî:
"Em heywandariyê dikin. Em rojê du danan serê sibehê û esrê diçin û tên. Her carê qasî 10 kîlomêtro rê em diçin, rojê jî dike 20 kîlomêtro. Em hem li vir û hem jî li malê dixebitin. Em havînê di hewaya germ a derdora 35-40 pileyî da diçin ber bêriyê û pez didoşin. Em ji şîr, penêr çêdikin û difiroşin. Karê me bi rastî jî pir giran e, lê em jê hez dikin. Debara me heywandarî ye. Lewma jî digel zehmetiya wê, em karê xwe didomînin."
Wêne : Sabri Yıldırım/AA
Ji bêrîvanan Sabahat Yaprakê jî bal kişand ku ew bênavber kar û barê jiyana gund didomînin û wiha got, "Jiyana gundan wiha ye. Hinek 20 sal e, hinek jî 30 sal e heywandariyê dikin. Ez jî derdora 9 salan e vî karî dikim. Em neçar in, lewra dahateke me ye din tuneye. Em nexebitin, em nikarin debara xwe bikin. Nanpehtin, zarokxwedîkirin, karên nava malê û berpirsiyariyên din tev da li ser milê jinan e. Em hem di bin barê karê malê da ne û hem jî dema hewce dike, karê heywandariyê dikin. Şixulê me giran e lêbelê em bi keda xwe va li ser piyan dimînin."