Jiyan

Li Mûşê gûlika ku li çil û çiya tê çinîn ji gelek bajaran ra tê şandin

Sabri Yıldırım   | 27.04.2021
Li Mûşê gûlika ku li çil û çiya tê çinîn ji gelek bajaran ra tê şandin

Muş

 Li Mûşê gûlika ku li çil û çiyan dêmî hêşîn dibe, ji gelek bajaran ra tê şandin.

Gûlika ku li deverên bilind ên bajêr hêşîn dibe û pê xurekên herêmî tê çêkirin, van rojana seba gelek kesên bajêr bûye deriyê debarê.

Welatî gûlikê diçinin û tînin navenda bajêr, li navenda bajêr jî ji aliyê bazirganan va tê kirîn û û ji gelek bajarên weke Stenbol, Bursa, Enqere, Mêrsîn û Îzmirê ra tê şandin.

Bazirgan Îrfan Dîger diyar kir, ew gûlika ku li ser çil û çiyan tê çinîn, dikirin û piştgiriyê didin aboriyê û wiha dewam kir, "Gundî, neqliye, sîmsar, pazarvan her kes jê feydê dibîne. Biharê ev gîha dibe deriyê debara welatiyan. Biharê ji 30 gundên Mûşê gundî vî gîhayî diçinin. Em ji 20 gundên Bîngolê ji 30 gundên Şemdînliyê jî gûlikê dikirin. Em gûlikê bi tiran ji Edene, Bursa, Mêrsîn û Stenbolê ra dişînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın