Jiyan

Li Mûşê ekîbên berfê rêya 221 gundan vekir

Li Mûşê ji rêya 234 gundan ku ji ber şertên neyînî yên hewayê hat girtin, jê rêya 221 gundan vebû, xebatên vekirina rêyên mayîn jî didomin.

Önder Beyter   | 03.03.2021
Li Mûşê ekîbên berfê rêya 221 gundan vekir

Muş

 Li Mûşê ji rêya 234 gundan ku ji ber şertên neyînî yên hewayê hat girtin, jê rêya 221 gundan vebû, xebatên vekirina rêyên mayîn jî didomin.

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur diyar kir ku ji bo vekirina rêyên girtî, hemû ekîb bênavber dixebitin.

Yentur diyar kir, bi xebatên bênavber va rêya 221 gundan vebû û wiha dewam kir:

"Ji bo vekirina rêya 13 gundan ên girtî jî xebatên me didomin. Em bi 64 makîneyên kar şev û roj dixebitin. Armanca me ew e ku welatiyên me mexdûr nebin. Her wiha ji bo rewşên bilez jî ekîbeke me amade disekine. Ji ber berfê li navendê rêya 5 gundan, li Bulanixê ya 4 gundan, li Vartoyê ya 3 gundan û li Haskoyê jî rêya gundekî girtî ye."

Li navenda bajêr jî ekîbên şaredariyê xebatên xwe yên beravêtin û rêxwêkirinê didomînin.

- Hişyariya şepe, cemed û hişkiyê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li dewrûbera Wan, Bidlîs û Hekariyê şilope û berf dê bibare.

Li herêma ku germahiya hewayê dê di asta demsalê da be, ba dê ji bakur nerm û carinan jî nîveqewî rabe, li Gola Wanê jî ji milê rojava û bakurê rojava cih cihan bi hêza 3-5 kîlometreyî rabe.

Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Hekariyê 7, li Wan û Mûşê 6 û li Bidlîsê jî 3 pile be.

Ji ber xetereya şepeyê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û hişkiyê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tevdîrên xwe hildin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın