Jiyan

Li Mûşê derketina zozanan a rêncberan dest pê kir

Sabri Yıldırım   | 07.06.2021
Li Mûşê derketina zozanan a rêncberan dest pê kir

Muş

 Li Mûşê rêncberên ku pez xwedî dikin, bi hatina havînê ra birên pezê xwe derdixin zozanên herêmên cuda.

Rêncberên ku li gundên Suruguden, Yucetepe, Yukarisizma, Saridal, Ilicayê dijîn, bi germbûna hewayê ra ji bo ku derkevin zozanên hênik û çêre lê zêde, amadehiyên xwe kuta kirin.

Rêncberan alavên xwe barî ramoqên traktoran kirin û bi birên pez, bizin û berxan va berê xwe dan zozanan.

Ahmet Şanciyê rêncber diyar kir, gundî bi nêzî 9 hezar pez û 350 serî dewar va derketin zozanê ku 7 kîlomêtre dûrî gund e.

Şanci diyar kir ku wan alavên xwe yên gir û hûr bi traktoran şandin zozanan û wiha dewam kir:

"Em bi dehan trakor û bi hezaran heywan va derdikevin zozanan. Rêwîtiya me ya dijwar dest pê kir. Ji ber ku li gund dema cotkariyê ye, em mecbûr in ku heywanên xwe derxin zozanan. Li vê derê rojê du dananan em ê pez bidoşin. Ji şîrê ku ji pez tê va penêr wê were çêkirin. Em nû hatin û hê bi cî dibin. Emê nêzî 3 mehan bimînin û paşê vegerin gundê xwe."

Ji gundiyan Sirri Sanci jî diyar kir ku debara wan li ser heywandariyê ye û wiha dewam kir, "Ji bo ku heywanên me di germê da mirar nebin, em dertên zozanên hênik. Em ê li vê derê 2 mehan bimînin, penêr û rûnê xwe yê nivîşk çêkin. Ji ber vê divê em heywanên xwe baş xwedî bikin. Her kesên ku li gund heywandariyê dike, dertê zozanan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın