Jiyan

Li Mûşê bêrîvan her roj ser pişta hespan 8 kîlomêtre rê diçin

Sabri Yıldırım   | 14.06.2021
Li Mûşê bêrîvan her roj ser pişta hespan 8 kîlomêtre rê diçin

Muş

Li navçeya Vartoyê (Gimgim) bêrîvan her roj li ser pişta hespan 8 kîlomêtre rê diçin û li zozanan pez didoşin.

Bêrîvanên ku li Karakoya nêzî Gola Hamurpetê dijîn, bi şeveqa sibehê ra diçin zozanên ku heywanan lê diçêrînin.

Bêrîvan li ser pişta hespan ji berwar û berjêrên çil û çiyan ra derbas dibin û dertên zozanan. Piştî ku li zozanan pez û bizinan didoşin, şîrê xwe li hespên xwe bar dikin û vedigerin gund.

Bêrîvan ji şîr penêr, rûnê nivîşk û mast çêdikin û bi firotina van beran piştgiriyê didin debara malê.

Ji bêrîvanan Aydan Bîngolê diyar kir ku ew her roj li ser pişta hespê 8 kîlomêtre rê diçin û paşê digihîjin zozanên ku pez lê tên çêrandin.

Bîngolê daxuyand ku tekane deriyê debara wan heywandarî ye û wiha axivî, "Şert û mercên jiyanê dijwar in, zarokên me diçin dibistanê. Weke jin ji bo ku em piştgiriyê bidin debara malê, em hemû zehmetiyan dikişînin. Em havînê seba zivistanê amadehiyê dikin. 30 sal e em derbiharê dertên zozanan û heta ku hewa sar nebe em diçin zozanan û tên. Em zivistanê jî heywanan di goman da xwedî dikin."

Sabriye Tekînê jî wiha xeberda, "Ji mihan nêzî 30 kîloyî şîr tê. Piştî ku karê me diqede, em bi jinan ra rûdinên û çavê vedixwin, xeber didin. Em paşê li hespan siwar dibin û vedigerin gundê xwe. Heywandarî zehmet e, lê em debara xwe wiha dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın