Sabri Yıldırım
27 Hezîran 2026•Rojanekirin: 27 Hezîran 2026
Li Haskoya navçeya Mûşê ajeldar gamêşên xwe yên ku ji germê bêzar bûne di Çemê Karasuyê da hênik dikin.
Li gundên Karakutuk û Umurcayê ajeldar gamêşên xwe li derdora çem diçêrînin.
Ajeldarên ku seranserê rojê li ber gamêşên xwe ne, dema ku germahiya hewayê digihêje pileya herî zêde, gamêşên xwe berdidin Çemê Karasuyê û piştî demekê dîsanwan derdixin û dibin çêrandinê.
Îmdat Karadenizê ajeldar ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman û ajel di germaya zêde da gelekî hesas in, ji bo hênikbûnê xwe berdidin nava çem û golan.
Karadenîz diyar kir ku Çemê Karasuyê ji bo ajeldariya herêmê giring e û wiha axivî:
"Gamêş divê li qadên avî bên xwedîkirin. Heke gamêş li deverên dêm bêne xwedîkirin, zêde berhemdar nînin. Ji ber ku çermê gamêşan reş e, germa havînê gelekî bandorê li wan dike û ji loma dema hewa gelekî germ be, divê têkevin avê û xwe hênik bikin. Heke têra xwe hênik nebin, qelîteya şîr, penêr û bi taybetî nivîşkê wan dikeve. Niha hewa gelekî germ e û gamêş li hember hewaya germ tebat nakin."
Yusuf Kiliçaslanê ku li gund gavaniyê dike got, "Em hewl didin gamêşan ji germayê biparêzin. Emê têkevin meha tîrmehê û hewa germtir dibe. Gamêş rojane 4-5 saetan, ji bo hênikbûnê dikevin avê. Dema hênik dibin ji hêla şîr va berhemdartir dibin."