Beşir Şavur
23 Hezîran 2026•Rojanekirin: 23 Hezîran 2026
Li Artukluya navçeya Mêrdînê otomobîl welgeriya nava zeviyê û 4 kesên tê da birîndar bûn.
Otomobîla ku navê şofêrê wê nehat hînbûn û plaqeya wê 06 DKN 110 e, di navbera taxa gundewar a Hamzabeyê û taxa Yaylabaşiyê da welgeriya nava zeviyê.
Li ser êxbarê ambulans, îtfaiye û cendirme sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da B.A. (45), S.H. (47), E.F. (47) û H.A. (38) birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.