Beşir Şavur
12 Hezîran 2026•Rojanekirin: 12 Hezîran 2026
MARDİN (AA) - Li Mêrdînê di qezaya ku 2 otomobîl li hev qelibîn da kesek mir û 4 kes birîndar bûn.
Li taxa Gumuşdereyê li texma Akdogan Yoluyê duh şevê din otomobîlên bi plaqeyên 55 ARP 58 û 47 MA 5275 ku hê nasnameya ajovanên wan nehatiye tesbîtkirin li hev qelibîn.
Li ser îxbarê ekîbên Tendirustiya Acil a 112ê, polîs û îtfaiye sewqî cihê bûyerê kirin.
Di qezayê da Abdulkadîr K. (74) jiyana xwe ji dest da, Rojda E, Ahmet B, Zubeyir B. û Sîhem H. birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê.