Jiyan

Li Mêrdînê berxa ku 5 lingên wê hene balê dikşîne

Li Midyada navçeya Mêrdînê 15 roj berê berxeke 5 ling hat dinyayê ku gelekî balê dikşîne.

Türkan Tosun   | 21.01.2021
Li Mêrdînê berxa ku 5 lingên wê hene balê dikşîne

Mardin

Li Midyada navçeya Mêrdînê 15 roj berê berxeke 5 ling hat dinyayê ku gelekî balê dikşîne.

Li taxa Şenkoyê pezeke Hasan el Ukab yê ku eslê xwe ji Sûriyeyê ye za û berxeke 5 ling çêbû.

Hasan el-Ukab caw da beyter ku bê, beyter hat û lê nihêrî rewşa berxê baş e.

Alî El Ukabê kurê Hasan daxuyand ew 20 sal e heywandariyê dikin û 5 sal berê hatine Tirkiyeyê û wiha axivî: "300 pezê me heye. Cara ewil e berxeke 5 ling hat dinyayê, em metel man. Me hema bir beyter û got ewê mehekê şûn da wê emeliyat bike. 15 roj berê çêbû, piştî 15 rojan emê dîsa wê bibin ba beyter."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın