Jiyan

Li kolana navdar a Awistralyayê cixare hat qedexekirin

Şaredariya Melbourneê li Kolana Bourke ya navdar ku bi tenê peyarê û tramvay diemilînin, kişandina mamûlên titûnê qedexe kir

Önder Beyter   | 09.10.2019
Li kolana navdar a Awistralyayê cixare hat qedexekirin

Queensland

 Li bajarê Melbourne ê Awistralyayê li Kolana Bourke ku bi navendên danûsitandinê va navdar e û bi tenê peyarê û tramvay diemilînin, cixare hat qedexekirin.

Şaredariya Melbourneê di çarçoveya Qanûna Fealiyetên Xwemalî da biryar sitand ku li Kolana Bourke ku her roj bi hezaran kes jê derbas dibe û herwiha li 11 ciyên ku peyarê diemilînin, emilandina mamûlên titûnê werin qedexekirin.

Li bajarê ku di rêza bajarên ku li dinyayê yên herî guncan in ji bo jiyanê da heft caran ser hev wekî bajarê yekemîn hat hilbijartin, biryar bi diruşma "Li Kolana Bourkeê Bi Hêsanî Bêhnê Hilde" hat wergirtin. Biryar di 4ê cotmehê da ket rewacê.

Di çarçoveya qedexekirinê da li ser kolanê li barîyerên ewlekariyê, dîrekên ceyranê, zibildank, pano û parkeyên erdê ji xeynî Îngilizî, bi Erenî û Çînî jî hişyarî hatin bicihkirin.

- Şêniyên bajêr ji sepanê razî ne

Joseph Guntenbun di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku biryara şaredariyê ji bo wî ciyê kêfxweşiyê ye û wiha got, "Gelekî baş e, min eciband. Ez li Melbourneê gelekî digerim, zêde bandorê li min nake."

100 dolarê Awistralyayê (bi qasî 390 lire) cezayê pere dê li kesên ku qedexeyê binpê bikin were birîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın