Li Çinara navçeya Diyarbekirê li Kelha Zerzevanê ya 3 hezar salî ya ku di heyama Împaratoriya Romayê da wekî "baregeha eskerî" dihat bikaranîn "Çalakiya Çavdêriya Asîman û Mihrîcana Zanistê" hat lidarxistin.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya ku bi kordînasyona Walîtiya Diyarbekirê ji hêla Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê, Îdareya Pêşketinê ya Herêma GAPê, Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr û Serokatiya Kolanê ya Kelha Zerzevanê hat lidarxistin, dan.
Ji bo çalakiyê li hawirdora Kelha Zerzevanê stant hatin avakirin û di stantan da atolyeyên zanistî û hunerî cî girtin, zarokên ku li van atolyeyan geriyan bi çalakiyên cihê wexta xwe xweş derbas kirin.
Paşê zarok û malbatên wan li gel pisporan bi teleskopan çavdêriya roj, hîv û jupîterê kirin û guh dan muzîkê.
Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketina Karacadagê Yunus Çolak daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Kelha Zerzevanê ji bo bajêr cihekî çandî ya gelekî girîng e.
Çolak diyar kir ku wek Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê ji bo pêşketina herêmê fealiyetan dikin û got ku "Kelha Zerzevanê yek ji wan cihan lê Tirkiyeyê ye ku mirov dikare çavdêriya asîman bike. Me ji bo ku ev daimî be teşebûsek kir. Eleqeyeke mezin heye. Bi taybetî ku 20 atolyeyên me yên vir zarok û ciwanûn me çalakiyên der barê zanist û fezayê da dikin."
- "Kelha Zerzevanê asîman û erdê digihîne hev"
Serokê heyeta kolanê ya Kelha Zerzevanê Prof. Dr. Aytaç Coşkun jî got ku Kelha Zerzevanê qadeke arkeolojîk e û mazûvaniya gelek çalakiyan dike.
Coşkun got ku "Kelha Zerzevanê ciheke wisa ye ku asîman û erdê digihîne hev. Her sal li vir gelek çalakî tên lidarxistin û bi hezaran kes beşdarî çalakiyan dibin. Ji bo vê çalakiyê bi 10 hezaran serlêdan hebûn û 2 hezar kesên ku di pişkê da derketin li vir in. Çalakiyên bi vî rengî piştgiriyê didin nasandina bajêr û herêma me. Dê di her bûyerên asîmanî da li Kelha Zerzevanê çalakiyek bê lidarxistin."
Kesên beşdarî çalakiyê bûn jî kêfxweşiya xwe anî ziman û ji beşdarvanên çalakiyê Hena Betul Uçozê (10) diyar kir ku bi teleskopê çavdêriya asîman kir û got ku "Ez bi malbata xwe ra hatim vir, me gelekî kêf kir. Min cara ewil bi teleskopê li hîvê nihêrî, gelekî xweşik bû."