Li Keleha Zêrzewanê û Çemê Karasuyê ku kirasê spî li xwe kirin dîmenên mîna postkartan
Diyarbakir
Piştî ku berf barî û Keleha Zerzewanê ya 3 hezar salî ya li Çinara navçeya Diyarbekirê û Çemê Karasuyê yê li Mazidagiya navçeya Mêrdînê spî kir, dîmenên mîna postkartan derketin holê.
Li Keleha Zerzewanê ku di heyama Împaratoriya Romayê da wekî "baregeha eskerî" hatiye emilandin û her wiha di Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye, bi barîna berfê va dîmen û menzereyên rind û sipehî çêbûn.
Binkeya dîrokî ya 3 hezar salî ku perestgeha binerd Mithras jî lê ye, bû rawestgeha wênegirên ji Mêrdîn û Diyarbekirê.
Çemê Karasuyê yê li Mazidagiyê ku di gelî da herdu kêlekên wê bi dar û ber in û her wiha li dewrûberê bi dehan sûlavên piçûk û mezin hene jî dîmenên rengîn derxistin holê.
Li geliyê ku 10 kîlometro guzerheha meşê heye, piştî barîna berfê, dîmenên mîna postkartan rengîn derketin holê.